Sozeke ji te re

Ji Gospel Translations Kurdish

Related resources
More By John Piper
Author Index
More About Hope
Topic Index
About this resource
English: A Promise for You!

© Desiring God

Share this
Our Mission
This resource is published by Gospel Translations, an online ministry that exists to make gospel-centered books and articles available for free in every nation and language.

Learn more (English).
How You Can Help
If you speak English well, you can volunteer with us as a translator.

Learn more (English).

By John Piper About Hope
Part of the series Taste & See

Translation by Laura Shepherd

Review You can help us improve by reviewing this translation for accuracy. Learn more (English).


Beşeke ji rêza “Çêjekê bistîne û bibîne”

“Ez ê bi wan re peymaneke herheyî wisa çêkim ku ez ê qet ji qencîkirina ji wan re venegerim... Ez ê bi qencîkirina ji wan re dilxweş bibim” (Yêremya 32:40, 41).

Dema ku ez dikevim bêçaretiyê (belê ew jî bi serê şivanan (a) tê), ev yek ji wan sozên Xwedê ye ku ez bi berdewamî lê vedigerim. Bi ser vê yeka ku Xwedê bi qencîkirina ji te re dilxweş dibe de jî, ma tu dikarî tiştekî bi bîr tînî ê ku em dikarin zedêtir cesaret jê bigirin? Ne bi dilsarî ye ku ew soza xwe tîne cih (Romayî 8:28). Dema ku ew qencî bi te dike, jê re dibe sedemeke dilxweşiyê. Her wiha ne tenê carinan wisa ye, lê belê her tim! “Ez ê qet ji qencîkirina ji wan re venegerim.”

Lê carinan ragirtina rewşa me ew qas zor e ku em hew dikarin tu dilxweşiyê berhev bikin. Dema ku wisa ji min re çêdibe ez hewl didim ku Birahîm ji xwe re bikim mînakeke ku xwe bidim dû: “Birahîm di bêhêvîtiyê de bi hêvî bawer kir” (Romayî 4:18). Xwedê her tim bi dilsozî wisa tev digere ku ew baweriya min a ku wek çirûşkeke biçûk e biparêze. Di dema pêş de (ne heman) ew wê xweş dike heta ku bibe pêteke şadiyê û ewletiya temam.

Ez çiqas kêfxweş im ku tiştê ku herî zedê Xwedêyê Karîndar (b) jê dilşad dibe qencîkirina ji te û ji min re ye!

Ji ber vê sozê bi dilrihetî [dinivîsim]

Şivan John

(a) Di Incilê de “şivan” ji bo yên ku xizmeteke taybet di nav bawermendên Îsa Mesîh de dikin tê gotin. Ji bo fêmkirina hûrgiliyên tevahiya kar û barê wan divê mirov li Incîlê binêre. Bi kurtasî, dikare bê gotin ku rola wan a di nav bawermendan de bi mecazî dişibe karê şivanekî di nav peza wî de.

(b) Di wergera kurdî ya Încilê de gotina “Xwedêyê Karîndar” derbas dibe. Wate ev e, ku hêza Xwedê ya ji bo pêkanîna her tiştî heye. Ango, ji bo Wî, bêîmkanî nîn e.