Ravekirina - Mizgîniyê di nav 6 deqeyan de

Ji Gospel Translations Kurdish

Related resources
More By John Piper
Author Index
More About The Gospel
Topic Index
About this resource
English: The Gospel in 6 Minutes

© Desiring God

Share this
Our Mission
This resource is published by Gospel Translations, an online ministry that exists to make gospel-centered books and articles available for free in every nation and language.

Learn more (English).
How You Can Help
If you speak English well, you can volunteer with us as a translator.

Learn more (English).

By John Piper About The Gospel

Translation by Laura Shepherd

Review You can help us improve by reviewing this translation for accuracy. Learn more (English).


Mizgînî çi ye?

Mizgînî çi ye? Va ye ravekirina wê:

Mizgînî ew rastî ye, ku Îsa Mesih, Yê Rastdar, ji bo gunehên me mir û hat rakirin, li hember hemû dijminên xwe bi serfiraziya ebedî bi ser ket. Wek encama vê yekê yên ku niha baweriya xwe pê bînin li cihê tawanbarkirinê şahiya herheyî dibînin.

Mizgînî ew e.

Bi pêgihîştîbûnê pêwistiya te ya Mizgîniyê naçe

Pêwistiya te ya Mizgîniyê tu caran naqede. Der heqê Mizgîniyê de qet wisa nefikire, ku ew rê ye, ya ku tu pê [ji gunehan] xilas dibî, piştre tu bi jiwêrêderketinê ango bi awayekî din xurt dibî.

Naxêr! Em her roj, heta roja mirina me, ji aliyê Xwedê ve bi Mizgîniyê tên xurtkirin.

Pêwistiya te ya ji bo ferîxwekirina Mizgîniyê tu caran naqede..

Mizgînî Çawa Xurt Dike?

Fermo, nimûneyek, û ez ji ber vê yekê wê tînim zimên, ne ku ez qalkirina jiyana xwe girîng dibînim lê ji ber ku tiştekî ku ez jiyame ye û ku zelaltirîn mijar e ku par min tê de hêziya Mizgîniyê ya ji bo xurtkirina ruhê min dît. (Gelek ji we bi derdên ku ji pençeşêra mîzo (prostat) girantir, gelek girantir dijîn.)

Ew ayetên ku min di meha reşemiyê de bi we re parve kirin, ên ku ji bo min gelek hêzdar bûn hat bîra we? Di wê çirkeya ku bijîşk dibêje, “Bi min divê em parçe jê bistînin,” de tirs wek tîrek kete dilê min. Spas dikim ku ew [tirs] gelek nema.

Piştre jî çi hat [bîra min]? 1 Selanîkiyan 5:9-10. Wateya xwerû ya Mizgîniyê li vir e: “Çimkî Xwedê em ne ji bo xezebê nîşan kirine, lê em nîşan kirine, da ku em bi Xudanê me Îsa Mesîh bigihîjin xilasiyê. Ew ji bo me mir, da ku, dixwazî em hişyar an jî razayî bin, em bi wî re bijîn.”

Xilas e. Rihetî wek çemek.

Mizgînî li gorî pêwîstiyên we bê kêmasî guncan e.

Jixwe ew Mizgînî ye [ya ku] di kêliya guncan de, bi sepandina bê kêmasî [ya jiyanê], bi temamî li gorî pêwîstiya min [e]. Ji ber vê yekê ye ku Kitêba Pîroz ev qas qalind e – ji ber ku pêwîstiyên me yên cure cure ew qas gelek in. Û tê de beşên bisûd hene yên ku di nav wan de Mizgînî ji te re tên ravekirin. Di vê [pirtûka] mêjûya baş û dirêj a têkiliya nav Xwedê û mirovan de heke tu her tim bala xwe bidiye wê tiştê ku Îsa Mesîh ji bo te pêk anî û ji bo te kir, ew ê bersiva hemû hewcedariyên te bide.

Ji ber vê yekê ye ku ez bi hemû dilê xwe niha dibêjim, û wisa jî heta roja ku bimirim bila bibêjim, “Îcar ji yê ku dikare li gor Mizgîniya Pawlos min qayîm bike, her û her bila rûmet jê, ji wî Xwedê re, be.”

Xwedê Îsa Mesih şand ku wek mirov di nav dîrokê de cih bigire. Ew jî mir, da ku hêza dojeh, mirin, Şeytan û gunehan têk bibe. Xwedê Îsa Mesîh ji xwe re kir aleta tekbirina [van tiştan].

Lavayiyeke ji bo baweriyê

Ez pê dizanim ku gelek mirovên ku vê yekê dixwînin baweriya xwe bi Îsa Mesîh naynîn. Ji ber vê yekê ew dikarin bi tenê li benda tawanbarkirinê bimînin. Îcar ez bi tenê di dawiya vê [nivîsarê] de lavayiyan ji we dikim ku dev ji wê serxwerabûnê berdin. Dev jê berdin. Bes li wê mizgîniyê xwedî derkeve, ya ku Îsa Mesih, kurê Xwedê, yê Rastdar, ji bo gunehên we jiyana xwe da. Roja sêyemîn [piştî mirinê] ew, li hember hemû dijminên xwe bi serfirazî bi ser ketî [û] hat rakirin. Ew serwerî li hemû dijminên xwe dike heta ku pêyê xwe li wan bixe. Lêborandina gunehan û rastdarbûna li gorî Xwedê bi bêheqî bi tenê bi wî, bi tenê bi bawerkirinê dibe.

Ez lavayiyan ji we dikim, hewl nedin ku hûn bi hêza xwe xurt bibin. Dema ku pêwîstiya we pê hebe, peyda nabe. Bi tenê hêzek her dimîne, ew jî hêza ku Xwedê li gor Mizgîniyê dide ye.

Wê nedin alî.